Hevşaredarê Qereyaziyê tevî sê kesan hat binçavkirin
Hevşaredarê Qereyaziyê ya Erziromê ku şûna wî qeyum hatibû danîn, tevî sê kesan hat binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarê Qereyaziyê ya Erziromê ku şûna wî qeyum hatibû danîn, tevî sê kesan hat binçavkirin.
Hêzên Cendermeyên Tirkiyê, li navçeya Qereyazî ya Erziromê, êriş birin ser gelek mal û navnîşanan. Hevserokê berê yê Qereyaziyê Burhanedîn Şahîn jî di nav de çar kes hatin binçavkirin.
Îlona 2019'ê bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiye, hevşaredarên Qereyaziyê Melîke Goksu û Burhanedîn Şahîn ji kar hatibûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibû danîn.