Serokê Fransayê Emmanuel Macron sardana Iraqê dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşema bê, bo cara yekem sardana Iraqê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşema bê, bo cara yekem sardana Iraqê dike.

Ajansa “France Press” belav kir, sardana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Bexdayê ji bo heyama rojekê dibe û piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re tekez dike.

Li gor jêderên wê ajansê, Macron li Bexdayê bi Serokwezîr, Serokkomar û hejmareke ji berpirsên siyasî yên Iraqê dicive.

Her çend e 2 berpirsên Iraqê ew sardana Macron bo Bexdayê piştrast kirine, lê ta niha koşka Elysee di wê derbarê ti tiştek belav nekiriye.

Li gor jêderên Iraqî, armanca Macron ji wê serdanê, xistina ronahiyê li ser serweriya Iraqê ye, ji bo Bexda bikare rêbazeke serbixwe û dûrî Washington û Tehranê ji xwe re diyar bike.

Peyama Macron heman peyama Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian e ku di meha Tebaxa bûrî sardana Bexdayê kiribû û gotibû: Divê Bexda xwe ji aloziyên herêmî dûr bigire.

 

S. B