MSD û Partiya Vîna Gel muzakereyeke lihevhatinê îmze kir
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê li paytexta Rûsyayê Moskoyê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê li paytexta Rûsyayê Moskoyê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl Moskoyê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de muzakereya lihevkirinê îmze kir.
Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.
Îlham Ehmed jî got, ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin, koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.
Di xaleke muzekereyê de hatiye: Sûriyeya nû, Sûriyayeke yekgirtî ye û dewleteke demokratîk e tê de wekheviya welatiyan, dadperweriya civakî bi cih dike û şanaziyê bi pêkhateyên xwe (Ereb, Kurd, Siryan, Aşûrî, Tirkmen û Çerkesan) dike. Herwiha destûra wê demokratî ye û sîstema nenavendiyê ya pêşketî bi cih dike.
Herwiha di xaleke din hatiye, MSD û Partiya Vîna Gel dibînin ku çareseriya siyasî, riya tekane ye ji bo çareseriya krîza Sûriyê û her du alî piştevaniyê li biryara navdewletî 2254 dikin û di nava wê de bicihkirina daxuyaniya Cenêvê, ji bo tevlîkirina platformên nû yên opozîsyonê û MSD jî di nava proseya siyasî de.
Di xaleke din de, her du alî tekezî li ser dîtina çareseriyeke demokratîk û dadperwerane li gor peyman û belgeyên navdewletî ji doza Kurdî li Sûriyê dikin û mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bên bicihkirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Îradeya Gel bi serokatiya Qedrî Cemîl ligel Wezîrê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov civiyan. Li gor medyaya Partiya Îradeya Gel, her du aliyan yadaştnameya ku bi hev re îmze kirine nîşanî wezareta Derve ya Rûsyayê dane.
Şandeke MSDê ku ji Hevseroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed, cîgirê wê û Serokê Yekîtiya Siryanî Senherîb Bersûm û Nûnerê MSDê li Misrê Sîhanok Dîbo çend roj in li Moskoyê ye.
S. B