Balyozê Amerîkayê: Hêzên me demeke dirêj li Iraqê namînin

Balyozê Amerîkayê li Iraqê tekez dike, hêzên welatê wî bo demeke dirêj li Iraqê namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîkayê li Iraqê tekez dike, hêzên welatê wî bo demeke dirêj li Iraqê namînin. 

Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller îro li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, sala 2008an rêkeftina stratejî di navbera Waşington û Bexdayê de li Parlamena Iraqê hat pejirandin. Ji ber wê hevahengiya di navbeyna hêzên Iraqê û Hevpeymanan de karîn serkeftinê bi ser DAIŞê de tomar bikin û gavên vê dawîyê jî dikevin çarçoveya wê rêkeftinê.

Tueller got jî: Têhihîştineke şaş li ser pêwendiya Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê heye. Amerîka naxwaze bi awayekî berdewam li Iraqê bimîne.

Herwiha Balyozê Amerîkayê li Bexdayê, amadehiya welatê xwe ji bo alîkarîkirina Iraqê di krîzên darayî û vîrûsa Korona de nîşan da.

Tueller bal kişand ser civînek din navbera her du welatan di dema bê de, bi taybetî di warên bazirganî, hilberînê û handana kompanyên biyanî bo li Iraqê kar bikin.

 

S. B