Li Herêma Kurdistanê 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 591 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 25 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 591 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 25 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 25 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, kesek li Raperîn û 3 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 591 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 169 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 34 li Germiyanê û 243 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 28752 (Hewlêr: 11800, Silêmanî: 11920, Duhok: 4137, Helebce: 895)

Mirin: 1074 (Hewlêr: 408, Silêmanî: 600, Duhok: 39, Helebce: 17)

Başbûn: 18049 (Hewlêr: 7680 , Silêmanî: 8114, Duhok: 1445, Helebce: 810)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

S. B