Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana projeyên Hewlêrê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana projeya Rêya Bilez a Hewlêr – Duhokê (Gopal) û projeya Cadeya Bilez a 150 Metre ya li Hewlêrê kir.

K24 – Hewlêr

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Avakirin û Nîştecîkirinê, serdana cihê cîbicîkirina projeyê kir, ku projeyeke stratejîk e û ji bo hatûçûna navbera Hewlêr – Duhokê û bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hêsankariyeke mezin dê bike.

Projeya Rêya Bilez a Hewlêr – Duhokê li gor standartên rêyên navdewletî tê çêkirin û budceya terxankirî ji bo vê projeyê 157 milyon dolar e, ku niha ev proje di qonaxa dawî de ye û biryar îsal were temamkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştre serdana projeya Cadeya Bilez a 150 Metre ya li Hewlêrê kir, ku dirêjahiya vê cadeyê 10 kîlometre ye û beşa wê ya yekem di qonaxa dawî de ye. Herwiha budceya vê cadeyê jî 131 milyon dolar e.

Mesrûr Barzanî tevî destxweşî li kompaniya cîbicîkar kir, kêfxweşiya xwe jî anî ziman ku ev projeyên giring û stratejîk bi dest û zendên navxweyî û kompaniyên Herêma Kurdistanê ve têne çêkirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji karên pêşî yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê û baştirkirina rêyên Herêma Kurdistanê ye.