Wezîrê Darayî yê Iraqê: Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand; ji bo çareserkirina kêşeyên raswetandî, di demeke nêz de şandeke bilind a Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.

K24 – Hewlêr

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand; ji bo çareserkirina kêşeyên raswetandî, di demeke nêz de şandeke bilind a Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.

Elî Ellawî, Wezîrê Darayî yê Iraqê li ser pirsyara nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: “Biryar e şandeke mezin û giring ji Hewlêrê were, emê bi îzna Xwedê hemû dosyeyên rawestandî gotûbêj bikin û ji bo wan çareseriyeke şefaf bibînin û di projeya budceyê de bi cih bikin.”

Ellawî eşkere kir: “Em ji bo ku di dawiya meha Îlonê û destpêka Cotmehê de projeyasaya budceyê pêşkêşî Encûmena Wezîran bikin, dixebitin.”

Derbarê dema serdana şanda Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Gelek nêzîk e, weke ku min bihîstiye di çend hefteyên bê de, ango gelek nêzîk e.

Î.A