Li Iraqê hejmara miriyan ji 7 hezarî derbas kir

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 83 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 83 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 83 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 757 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 31ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 224 hezar û 934 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 176 hezar û 602 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 512 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 7 hezar û 42 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A