Xwekujek berî xwe li Kerkûkê biteqîne hat kuştin
Xwekujiekî bi otombîleke barhilgir a bombekirî hewla da xwe li bajarê Kerkûkê biteqîne, lê hêzên ewlehiyê li otombîlê da, di encamê de xwekuj û jineke sivîl hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwekujiekî bi otombîleke barhilgir a bombekirî hewla da xwe li bajarê Kerkûkê biteqîne, lê li xala pişknînê ya ewlehiyê hat teqndin, di encamê de xwekuj û jineke sivîl hatin kuştin.
Firqeya Pêncem a Polîsa federalî li Kerkûkê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, li navçeya Meryem Beg hewlek teroristî hat pûçkirin. Otombîla xwekujekî li xala pişknînê hat teqandin û di encamê de 4 endamên hêzên ewlehiyê û 2 sivîk birîndar bûn û jinek jî şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, terorist hewl da di xala pişknînê re derbas bibe, lê bi sedema pişiknîna hûr, rê li hate birîn ku bi otombîla xwe biçe Kerkûkê û xwe di nava sivîlan de biteqîne.
Jêderekî ji K24ê re diyar kir, xwekuj ji navçeya Reşad e û ew çekdarekî DAIŞê ye.
Wêneyên ku Firqeya Pêncem belav kirine, diyar dikin ku ji ber armanckirina wê otombîlê, gewdê xwekuj perçe perçe bûye û serê wî jî cuda bûye.
