Kesekî din li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest da

Li rojavayê Kurdistanê îro kesekî din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li rojavayê Kurdistanê îro kesekî din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, îro li bajarê Hesekê kesekî din ê 64 salî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.

Desteya Tendirustiyê diyar kir jî, bi mirina vî pêketiyê Koronayê re, hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 38 kesan.

Ev di demekê de ye, îro Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dawî amarên pêketin û mirina bi Koronayê belav kirin û diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 19 pêketiyên hatin tomarkirin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B