Xelkê Kobaniyê hêviyên xwe bi yekrêziya Kurdî girê dane
Xelkê Kobaniyê: Serkeftina diyaloga Kurdî dikarê me ji metirsiyan dûr bixe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyên Kobaniyê di metirsiya çarenivûsa nediyar de dijîn û dibêjin. Wan hêviyên xwe bi lihevkirina Kurdan girê dane û serkeftina diyaloga Kurdî tenê dikarê metirsiyên wan kêm bike.
Kolana Kobaniyê ji binkeftina diyaloga kurdî – kurdî ji bo yekrêziyê xembar e. Welatiyên Kobaniyê jî dibêjin, xembariya wan ji nebûna agahiyan li ser gavên hevdîtina herdu aliyên diyalogê tê. Herwiha dibêjin, hêviya wan ji bo parastina deverê û bi destxistina mafên gelê Kurd tenê li ser serkeftina diyaloga maye û heger vê carê jî were beravêtin, dê gel bi tenê buhaya wê bide.
Endamê Komîteya Cîbicîkar a Tevgara Çaksaziya Kurd Yaşer Haj Elî li ser vê pirsê tekez dike ku gavên diyalogê berdewam in, lê ew neçar in ji bo medyayê belav nekin, ji ber ku ew metirsîdar in ku hin nakokiyên ku derdikevin hole, bandoreke neyanî li ser civakê çê bike, lê ew ji bo xelkê xwe soz didin ku serkeftin û lihevkirin nêzike.
Xelkê Kobaniyê di hayema çend salên kirîza Sûrî de pir êş û azar ji şer û koçberiyê dîtine, ji ber wê yekê jî ew bi berdewam di metirsiyê de ne, bi taybet piştî dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, loma ew bi baldarî yekrêziya Kurdî dişopînin.