Îsmaîl: ENKS û PYNKê gavine baş di pirsa “lêvegera Kurdî” de avêtine
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand, gavên baş di diyaloga Kurdî de hatine avêtin û ji sedî 90 lihevkirin li ser pirsa Lêvegera Kurdî hatiye kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand, gavên baş di diyaloga Kurdî de hatine avêtin û ji sedî 90 lihevkirin li ser pirsa Lêvegera Kurdî hatiye kirin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmalî li ser pêngavên diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji K24ê re ragihand, piştî ragihandina nerîna siyasî ya hevbeş di navbera her du aliyan de, dest bi gufûgokirina pirsa Lêvegera Kurdî hat kirin. Gavine baş hatine avêtin û dikarin bibêjin ji sedî 90 lihevkirin li ser wê hatiye kirin. Lêvgera Kurdî girîng e ji bo çavdêriyê li hemû çalakiyan di warê siyasî, rêveberî, yasayî û aborî de bike.
Herwiha got: “Niha em derbasî guftûgoyên derbarê pirsa rêveberiyê de bûne di wî warî de jî gavine baş hatine avêtin. Em her tiştî di rêveberiyê de hilnaweşînin, lê kêmaniyên hene emê dagirin”.
Îsmaîl got jî: “Gihîştina bi rêkeftinekê di navbera her du aliyan de, dilrehetiyê li cem miletê Kurd çê dike û dê bi xwe re aramiyê bîne herêmê. Ji bo rêveberiya Kurdî dest bi karê xwe bike û koçber vegerin, pêwîstiya me bi guftûgokirina hûrgiliyan heye, ji bo di pêşerojê de ti nakokî di bicihkirina wê de dernekevin”.
Li ser xalên nakok yên di diyalogê de derdikevin, Îsmaîl diyar kir: “Nerîn, û sîstema karên her du aliyan ji hevdu cuda bûn, ji ber wê hin astengî derdikevin. Lê her du alî gihîştine wê baweriyê ku her aliyek bi tena xwe kar bike, dê karê wê kêm be. Derbarê xalên nakokiyê de, ENKS wan bi awayekî cuda ligel Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîkî gengeşe dike. Lê divê em li ser xalên nakokiyê bigihin hevdu û xwe jê derbas bikin, ji ber wê jî pêwîstiya me demê heye”.
Amaje bi wê da: “Amerîka û welatiyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniyê li diyaloga Kurdî dikin, divê em jî bikarin sûdê ji vê derfetê bibînin bi beşdariya hemû pêkhateyên deverê ji Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî, Ermen û Tirkmenan rêveberiyekê bi girêbesteke civakî ku hemû pê bawer bin ava bikin”.
Derbarê rêkeftina li Moskoyê ya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel a bi serokatiya Qedrî Cemîl de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê got: “Ew rêkeftinek di navbera du hêzan de, me ti girîngî û guhdaneke zêde nedaye wê û di heman demê de jî em ne li dijî wê ne û me ti hêviyên zêde jî li ser girê nedane”.
S. B