Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 20 pêketin û 2 mirin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestdana 2 kesan û pêketina 20 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestdana 2 kesan û pêketina 20 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniyekê de diyar kir; 2 pêketiyên Koronayê li bajarê Hesekê canê xwe ji dest dan.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, li rojavayê Kurdistanê 20 haletên din ên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin: 5 kes li Qamişlo, 5 kes li Hesekê, 3 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê, kesek li Tebqa û kesek li kobaniyê.
Hevserokê Desteya Tenduristiya diyar kir jî, di nav 24 demjimêran de 17 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 595 kesan, ji wan 127 kesan baş bûne û 40 kesan jî canê xwe ji dest dane.
S. B