Nêçîrvan Barzanî sardana Bexdayê dike

Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê sardana Bexdayê bike û ligel Serokê Fransyê Emmanuel Macor bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê sardana Bexdayê bike û ligel Serokê Fransyê Emmanuel Macor bicive.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron şeva bûrî gihîşte Libnanê û biryar e îro sardana Iraqê bike. Macron li Bexdayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê, Serokomarê Iraqê û hejmareke mezin ji berpirsên Iraqê dê bicive.

Pêwendiyên Fransa û Iraqê û Herêma Kurdistanê, piştevaniya Parîsê ji Bexda û Hewlêrê re, şerê DAIŞê û aloziyên herêmê di civînan de tên guftûgokirin.

Li gor jêderên Iraqî, armanca sardana Serokê Fransayê bo Iraqê, xistin ronahiyê ser babeta serweriya Iraqê ye, ji bo Bexda rêbazeke xwe serbixwe û dûrî Washingon û Tehranê diyar bike ku her du welatî “dijmênin hev in” û hevpeymanên mezin ên Iraqê ne.

Peyama Macron heman peyama Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian e ku di meha Tebaxa bûrî sardana Bexdayê kiribû û gotibû: Divê Bexda xwe ji aloziyên herêmî dûr bigire.

 

S. B