Ençûmana Wezîran destpêkirina sala nû ya xwendinê guftûgo dike
Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê dicive.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil aşkere kir, karnameya civîna îro ya Encûmena Wezîran taybet bi guftûgokirina eger û pêşniyazên babeta destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an li tevahiya navendên xwendiyê û xwendina bilind dibe.
Di çend rojên bûrî de, Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind çend pêşniyaz ji bo destpêkirina proseya xwendina îsal pêşkêş kirin. Derbarê rewşa Koronayê de jî, Wezareta Tendirustiyê raportek amade kiriye û îro wê pêşkêş dike.
S. B