Serokê Fransayê gihîşt Bexdayê
Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihîşt Bexdayê û ligel berpirsên pilebilind ên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihîşt Bexdayê û ligel berpirsên pilebilind ên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê dicive. Berî bigihe Iraqê jî, niyaza xwe aşkere kir ku dixwaze alîkariya Iraqê di parastina serweriyê de bike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî ragihand, “Piştrast dikim, sibe li Iraqê dibim. Bi Wezîrê Derve Jean Yves Le Drian re derfeta me çê dibe, bi hevkariya Netewên Yekgirtî dest bi destpêşxeriyekê dikin, ew destpêşxerî piştevaniyê li serokomar û serokwezîr û hikûmeta Iraqê dike, ji bo serweriya xaka xwe biparêzin.
Emmanuel Macron ji dema ku di 2017an de wek Serokê Fransyê hatiye hilbijartin, cara yekem e sardana Iraqê dike.
Li gor jêderên Iraqî, armanca sardana Serokê Fransayê bo Iraqê, xistin ronahiyê ser babeta serweriya Iraqê ye, ji bo Bexda rêbazeke xwe serbixwe û dûrî Washingon û Tehranê diyar bike ku her du welatî “dijmênin hev in” û hevpeymanên mezin ên Iraqê ne.
Peyama Macron heman peyama Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian e ku di meha Tebaxa bûrî sardana Bexdayê kiribû û gotibû: Divê Bexda xwe ji aloziyên herêmî dûr bigire.
Çarenivîsa çekdarên DAIŞê yên Fransî çawa dibe?
Duhê li Bêrûdê pirsa çekdarên DAIŞê yên Fransî yên di zîndanên Sûriye û Iraqê de ji Serokê Fransayê hat kirin, wî jî ragihand: “Ew bi dilê xwe çûne li meydanên welatên din yên xwedî serwerî şer û karên teroristî kirin, divê ew li wî welatî bêne dadgehkirin”.
Daxuyaniya Macron di demekê de ye, 150 çekdarên DAIŞê yên Fransî di girtîgeh û zîndanên Sûriye û Iraqê de ne. Herwiha heta niha jî 11 çekdarên DAIŞê yên Fransî li Iraqê biryara bidarvekirinê li wan hatiye birîn.
S. B