Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara mirina bi Koronayê tomar kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 27 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane. Ev jî hejmara herî zêde ya mirina di rojekê de tê tomarkirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 27 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane. Ev jî hejmara herî zêde ya mirina di rojekê de tê tomarkirin e.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 579 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 164 kes li Hewlêrê, 97 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyanê, 268 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de, 27 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 8 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyan, 5 kes li Raperîn û 7 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 29926 (Hewlêr: 12153, Silêmanî: 12187, Duhok: 4636, Helebce: 950)

Mirin: 1125 (Hewlêr: 426, Silêmanî: 621, Duhok: 61, Helebce: 17)

Başbûn: 18969 (Hewlêr: 8225 , Silêmanî: 8250, Duhok: 1637, Helebce: 857)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

S. B