Encûmena Wezîran derbarê sala nû ya xwendinê de biryar da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, serperiştiya civîneke Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir ku taybet bû bi guftûgokirina bijardeyên destpêkirina sala xwendinê 2020 – 2021 li navend û dezgehên xwendina perwerde û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê.

Di destpêka civînê de, her yek ji Wezîrê Perwerde Alan Heme Seîd û Serokê Fermangeha Hevhengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro (li şûna Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî) raporteke berfireh derbarê çawanî û eger û bijardeyên destpêkirina sala nû ya xwendinê bi berçavgirtina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê pêşkêş kir.

Piştre Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî nirxandinek derbarê rewşa tendirustî ya niha ya Herêma Kurdistanê û amarên nexweşiya Korona (COVID-19) û pêşhat û egeran pêşkêş kir.

Piştî guftûgokirina hemû egeran û bi sedema berdewamiya belavbûna vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê û ji bo berdewamiya proseya xwendin û fêrkirinê û parastina xwendekarên Herêma Kurdistanê û li ser pêşniyara wezaretên pêwendîdar, Encûmena Wezîran biryar da, werzê yekem ya sala nû ya xwendinê 2020 – 2021 bi awayê xwendina eliktironî destpê bike (ji bilî qonaxa diwazdeha amadehiyê) û wezaretên pêwendîdar jî raspard di çarçoveya desthilatên xwe de rênima û amadekariyên pêwîst bikin bo ragihandina rojmêra werzê yekem ê xwendinê li tevahiya navendên xwendinê û diyarkirina roja destpêkirina sala nû ya xwendinê bi awayê eliktironî.

Encûmena Wezîran tevî tekezkirina li girîngiya pabendbûna welatiyan bi rênimayên xweparêziya ji Koronayê ku mixabin di belavbûnê de ye, Wezareta Tendirustiyê jî raspard ku rênimayên tendirustiyê wê derbarê de rêk bixe û bi hevahengiya ligel Fermangeha Medya û Zanyariyan berdewam bin di hilmetên hişyarkirinê yên xweparêziyê û Wezareta Darayî û Aborî û Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran jî raspardin, kar bikin ji bo dabînkirina pêwîstiyên darayî ji bo vê proseyê bi hevahengiya her du wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.

 

S. B