Peyama sersaxiyê ji Mesrûr Barzanî bo malbata Wedullah Mihemed Yûsif Sêlkî

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Lîwa Wedullah Mihemed Yûsif Sêlkî kir.

K24 – Hewlêr

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Lîwa Wedullah Mihemed Yûsif Sêlkî kir.

Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez sersaxiya malbata Birêz Lîwa Wedullah Mihemed Yûsif Sêlkî (rehma Xwedê lê be) dixwazim ku mixabin, wî û kur û xwişkeke wî ji ber pêketina vîrûsa koronayê koça dawî kirin.

Xwedayê mezin ruhên wan bi bihuştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne kesûkarên wan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2/9/2020