Karwaneke ser bi Hevpeymaniya Navdewletî bû armanca bombeyekê
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya ser bi hikûmeta Iraqê ragihand: Di encama teqîna bombeyeke vedayî de kesekî sivîl birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya ser bi hikûmeta Iraqê ragihand: “Di encama teqîna bombeyeke vedayî de kesekî sivîl birîndar bû, ku karwaneke ser bi Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Enbarê kiribûn armanc.
Îro çarşemê 2yê Îlona 2020an Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Bombeyeke vedayî li ser rêya bilez a navdewletî li parêzgeha Babilê piştî derbasbûna karwana kompaniyekê teqiya, ku peymana wê kompaniyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî heye.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku teqînê zirar daye wesayîteke sivîl, ku bi mesafeyeke dûr li pey karwanê diçû.