Girê Sipî.. Grûpên çekdar girekî şûnwarî têk didin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi armanca avakirina bingeheke serbazî, dest bi kolandin û têkdana girê Sehlan yê şûnwarî li nêzîkî Girê Sipî kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi armanca avakirina bingeheke serbazî, dest bi kolandin û têkdana girê Sehlan yê şûnwarî li nêzîkî Girê Sipî kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, “Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi armanca avakirina bingeheke serbazî, girê Sehlan yê li Girê Sipî dikolin û şûnwarên tê de ne jî didizin”.

Rewangehê diyar kir jî, çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye û Sultan Murad stûnên elektirîkê û stûnên hesinî yên gundên Mutle, Lezqe, Bêt Cemalo, Bêt Kino û Til Sexir hilkirine û dizîne.

Kolandina cih û girên şûnwarî û dizîna şûnaran, proseyeke rêkxistinîkirî ya grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ne. Li zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar nêzîkî 50 cihên dîrokî, girên şûnwarî û mezargehên olî yên pîroz kolandine û dizîne.

Pêştir jî, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî kiribû, sînorekê têkdan û dizîna şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê di daxuyaniyekê de gotibû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar girên şûnwarî yên Efrînê bi wesaitên giran dikolin û li entîke û şûnwaran didizin.

 

S. B