Li rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser pêketina 14 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser pêketina 14 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de diyar kir, 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê diyar kir, haletên hatine tomarkirin wiha ne: 6 kes li Hesekê, kesek li Tirbesipiê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Dêrikê, kesek li Dêrazorê û kesek li Qamişlo.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di nav 24 demjimêran de 19 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 609 kesan, ji wan 146 kesan baş bûne û 40 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B