Rêvebirê Giştî yê nû yê Polîsa Herêma Kurdistan dest bi kar kir
Lîwa Tariq Ehmed wek Rêvebirê Giştî yê nû yê Polîsa Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Lîwa Tariq Ehmed wek Rêvebirê Giştî yê nû yê Polîsa Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.
Bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, îro li baregeha giştî ya Polîsa Herêma Kurdistanê, merasîma destbikarbûna Rêveberê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê Lîwa Tariq Ehmed bi rê ve çû.
Lîwa Tariq di merasîmê de got: “Ewlehiya ku niha Herêma Kurdistanê tê de ye, ji encama hevahengiya tevahiya dezgehên ewlehiyê, Pêşmerge û xelkê bi rûmet ê Kurdistanê peyda bûye. Hêvîdar im ew ewlehî bê parastin”.
Herwiha got: “Daxwaz dikin piştevanî li dezgehên ewlehiyê bê kirin, wek çawa di karnameya karê kabîneya nehem de hatiye ku girîngiyeke mezin bi dezgehên ewlehiyê dide… Soz didim şev û roj bi dilsozî kar bikim, bi hevkariya ligel tevahiya efserên vê rêveberiyê û dezgehên ewlehiyê yên din”.
S. B