PDK û YNKê pirsa hilbijartina pêşwext guftûgo dikin

PDK û YNKê dixwazin komdengiyeke Kurdistanî li ser yasaya hilbijartinê û encamdana hilbijartinên pêşwext ligel tevahiya aliyên Kurdistanê hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pirsa hilbijartinên pêşwext yên Iraqê guftûgo dikin û dixwazin komdengiyeke Kurdistanî li ser yasaya hilbijartinê û encamdana hilbijartinên pêşwext ligel tevahiya aliyên Kurdistanê hebe û ta ku yekdeng û yekhelwest bin.

PDK û YNKê destpêka vê hefteyê li ser asta nivîsgehên hilbijartinê civiyabûn, biryar hat dayîn di dawiya hafteya bê de jî careke din li ser heman pirsê bicivin. PDK û YNKê dixwazin komdengiyeke temam li ser yasaya hilbijartinê û encamdana hilbijartina pêşwext ne tenê di navbera wan du partiyan de, belkû ligel tevahiya partiyên Kurdistanî dirust bikin.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesor Goran wê derbarê de ji K24ê re ragihand, divê hemû aliyên Kurdistanî yên kursiyên wan li perlemana Iraqê heye, yekhelwest bin, ji ber ku metirsî li ser me hemûyan heye û hilbijartinên pêşwext di berjewendiya ti aliyekî de nîn e û bi taybet ewên kursiyên wan kêm in”.

Parlemana Iraqê destpêka hefteya bê dest bi rûniştinên xwe dike. Bernameya sereke ya destpêka rûniştinê, dengdan li ser yasaya nû ya hilbijartinan e. Lê derbaskirina vê projeyasayê ne asan e, ji berk u beşeke mezin ji aliyê siyasî, ne razî ne bi vê yasayê hilbijartinên pêşwext bêne kirin.

Heta niha beşeke mezin a aliyên siyasî yên Iraqî bi partiyên Kurdistanî ve jî, ne piştrast in ku hilbijartina pêşwext di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin yan na. Ji ber ku yasayek ji bo wê hilbijartinê nehatiye derkirin. Heta yasayek nebe, Komisyona Hilbijartinan nikare dest bi karên xwe bike.

 

S. B