Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên bijîşkî digihîne rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwana 10emîn a alîkariyên bijîşkî digihîne rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 2.5 ton alîkariyên bijîşkî digihîne rojavayê Kurdistanê.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro 2.5 ton alîkariyên bijîşkî bi nirxê 183 hezar Dolar li deriyê sînorî yê Pêşabûrê radestî Heyva Sor a Kurdî dike, ji bo li rojavayê Kurdistanê li cihên pêwîstî pê heye belav bike.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ehmed Ebdo wê derbarê de ji K24ê re got: Li ser rasperdeya Serok Barzanî ev karwana 10emîn a alîkariyan bo rojavayê Kurdistanê tê şandin. Ev karwan ji 8 cureyên dermanan pêk tê.

Diyar kir jî, bi hevrêziya bi Heyva Sor a Kurdî re û li ser daxwaza wê, ew cureyên dermanan hatin dabînkirin û li deriyê sînorî radestî wê rêxistinê dikin.

 

 

S. B