Li Ormiyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê 4 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê 4 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Navenda Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê li parêzgeha Ormiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 168 kesên bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên wê navendê, heta niha 871 kes li parêzgeha Ormiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên pêketin û mirina bi vîrûsa Korona yên parêzgehan bi awayekî cuda belav nake, lê her demekê navendên tendirustî yên parêzgehekan amarên xwe belav dikin.

Li gor dawî amarên zanîngeha bijîkî yên 5 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê, heta niha zêdetir ji 2 hezar û 600 kes li rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

 

S. B