Li Iraqê ji ber koronayê 74 kesan canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 74 kesan jiyana xwe ji dest dan.
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 74 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 74 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 755 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 3yê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 247 hezar û 39 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 187 hezar û 757 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 496 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 7 hezar û 275 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A