Iraq ligel Ûkraynayê gotûbêja kirîna çekan dike

Iraq û Ûkrayna mijara hemahengiyê û alîkariya navbera her du welatan di warê kirîna çekan û rûbirûbûna terorê de gotûbêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Iraq û Ûkrayna mijara hemahengiyê û alîkariya navbera her du welatan di warê kirîna çekan û rûbirûbûna terorê de gotûbêj dikin.

Cume Inad, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqa Federal ligel Wezîrê Berevaniyê yê Ûkraynayê civiya û behsa hemahengiya di warê rûbirûbûna terorê de kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; armanca şanda Iraqê bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê bo Ûkraynayê, gotûbêjkirina mijara hevkarî û hemahengiyê ye di warê kirîna çekan û rûbirûbûna terorê û pêşxistina kerta serbazî ya Iraqê de.

Fly Erbil Advertisment