"Ji aliyê dîplomasî û aborî ve pêgeheke giring a Herêma Kurdistanê heye"

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ragihand; serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê tiştekî nû nîne û berê jî serdanên bi vî rengî hebûn.

K24 – Hewlêr

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ragihand; serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê tiştekî nû nîne û berê jî serdanên bi vî rengî hebûn, lê ji ber guhertinên li rewşa herêmê û geşedanên nû, ev serdan pêwîst hat dîtin. Bi taybetî piştî hevdîtinên Serokê Herêmê li Bexdayê ligel Serokomar û Serokwezîrê Iraqê û Serokê Fransayê.

Sefin Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê de mijarên ewlehî, aborî, tendirustî, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr û Enqerê û babetên aboriyê hatin gotûbêjkirin.”

Dizeyî eşkere kir: “Ji aliyê dîplomasî û aborî ve pêgeheke giring a Herêma Kurdistanê heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya niha dixwazin peywendiyên xwe yên dîplomasiyê pêşve bibin û nûnertiyên Herêma Kurdistanê bi awayekî berfirehtir li welatên derdorê û welatên Erebî werin vekirin.”

Herwiha diyar kir: “Berî niha di serdana herî dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê bo Enqereyê de, vekirina nûnertiya hikûmeta herêmê ligel Serokomarê Tirkiyê hatibû axaftin û di vê serdanê de Serokê Herêmê behsa vê mijarê kir.”

Î.A