DAIŞê tenê di meha Tebaxê de li Iraqê 100 êrîş encam dane

Li gor raporteke Yekîtiya Lêkolîn û Analîza Terorê, tevî ku di destê DAIŞê de ti deverek nemaye, êrîşên wê her ku diçe zêde dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raporteke Yekîtiya Lêkolîn û Analîza Terorê, tevî ku di destê DAIŞê de ti deverek nemaye, êrîşên wê her ku diçe zêde dibin. Herwiha di raportê de hatiye eşkerekirin ku hê jî şiyana DAIŞê ya encamdana êrîşên xwînavî li dijî sivîl û leşkeran heye.

Raporta ku li malpera Fox News hatiye belavkirin, diyar dike; çekdarên DAIŞê tenê di meha Tebaxê de 100 êrîş li seranserê Iraqê encam dane.

Yekîtiya Lêkolîn û Analîza Terorê ragihandiye; çalakiyên DAIŞê bi rêjeya %25 zêde bûne û piraniya deverên ku êrîşên xwe têde encam didin, berê ji aliyê vê rêxistinê ve hatibûn dagirkirin.

Zêdebûna van êrîşan, bûye cihê nîgeraniya wê yekê ku DAIŞ bi rêya şaneyên xwe yên razayî car din serî hilde, herwiha ev sedema nîgeraniya herêm û cîhanê ye piştî zêdetirî sê salan ji têkçûna vê rêxistinê.

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê meha derbasbûyî, berî serdana xwe ya bo Washingtonê ragihandibû; ji bo jinavbirina êrîşên terorîstan, hê jî pêwîstî bi Amerîkayê heye.

Li Sûriyê, bi taybetî li bajarê Reqayê, ku DAIŞê berî têkçûnê weke navenda xîlafeta xwe bi nav kiribû, hejmarek çekdarên DAIŞê di encamdana êrîşên xwe yên xwînavî de berdewam in.

Roja yekşema derbasbûyî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand; li devera Dişîşe ya nêzîkî sînorê Iraqê, çar şervanên HSDê ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin û rojek piştî wê, DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşeke din jî ragihand, ku pênc şervanên din ên HSDê hatine kuştin, lê ew agahî ji aliyê HSDê ve nehat piştrastkirin.

Çekdarên DAIŞê hê jî li deverên berfireh ên Sûriyê hene, ku ji gundên rojhilatê Himsê dest pê dike heta digihîje sînorê Iraqê û li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe encam didin.

Iraqê sê sal piştî şerê xwînavî, di sala 2017an de serkeftina xwe ya li dijî DAIŞê ragihand. Lê belê şiyana çekdarên DAIŞê ya êrîşkirina ser hêzên ewlehiyê li bakur û rojavayê Iraqê maye.

Pispor hişyar dikin ku têkçûna DAIŞê û nemana deverekê li bin destê wan, nayê wê wateyê ku DAIŞ bi temamî bi dawî bûye.

 

Î.A