Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan digihîne 9 welatan
Roja 5ê Îlonê, Roja Cîhanî ya Xêrxwaziyê ye. Li Kurdistanê yek ji dezgehên xêrxwaziyê, bêyî ku ciyawazî têxe navbera netewe, ol û îdeolojiyê; Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye.
K24 – Hewlêr
Roja 5ê Îlonê, Roja Cîhanî ya Xêrxwaziyê ye. Li Kurdistanê yek ji dezgehên xêrxwaziyê, bêyî ku ciyawazî têxe navbera netewe, ol û îdeolojiya li navxweya Herêma Kurdistanê; Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên xwe gihandine 9 welatan û di nav 15 salan de xizmet û alîkariya zêdetirî 3 milyon û 500 hezar kesan kiriye.
Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî destpêkê bi armanca alîkariya hejaran û zirardîtiyan hatiye damezrandin û bi salan karên xwe pêşve birine. Di rûdanên her karesateke mirovî an sirûştî de, di şer û awareyî de, karê wê yê yekem gihandina alîkarî û komkirina alîkariyan bûye.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di şer û rûdanên van demê dawî de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bêyî ku ciyawazî têxe navbera Kurdistaniyan alîkarî dike, him di pêşwazîkirin û xizmetkirinê de û him jî di piştevanîkirinê de. Di konferans û civînên navdewletî de behsa wê yekê hatiye kirin ku di dema rûdanan de bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rûyê Herêma Kurdistanê bi ciwanî hatiye pêşandan.”
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi xebata li 10 sektorên cuda, ji bo xizmetkirinê karê xwe pêşve dibe û ji bilî ku alîkariya çêkirin û nûkirina dibistan û kampên penaberan û navendên rewşenbîrî û belavkirina xwarin û vexwarinan li Herêma Kurdistanê, di heman demê de alîkariyên xwe gihandine 9 welatên din jî.”
Karzan Nûrî, Berpirsê Bername û Peywendiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkarîkirina xelkê li welatên din, du peyamên wê hene; yek ji wan, em dixwazin ji civaka navdewletî re bibêjin ku Kurd xwedî çandeke mezin a mirovahiyê ye, ev çand jî tenê ji bo me nîne, ji bo hemû hejar û zirardîtiyan e. Armanca duyem jî ew e ku em dixwazin bibin pira peywendiyê ya navbera kesên hewcedariya wan bi alîkariyan heye û ajans û rêxistinên dixwazin alîkariya xelkê bikin.”
Î.A