Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 504 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 13 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 504 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 13 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 504 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 201 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 83 li Germiyanê, 171 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 13 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 1 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 31636 (Hewlêr: 12781, Silêmanî: 12556, Duhok: 5284, Helebce: 1015)
Mirin: 1186 (Hewlêr: 444, Silêmanî: 652, Duhok: 73, Helebce: 17)
Başbûn: 20257 (Hewlêr: 8885 , Silêmanî: 8433, Duhok: 1946, Helebce: 930)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B