Li Iraqê 63 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 63 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 644 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniyê de eşkere kiriye; heta niha 256 hezar û 719 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 7 hezar û 422 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye destnîşankirin; 195 hezar û 259 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne û niha 496 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne.

Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê her îro jî hişyarî dabû ku rewşa tendirustiyê ji kontrolê derketiye û got: “Tevî ku her dem bangî panbendbûna rêkarên xweparêziyê tê kirin, lê her roj amarên herî bilind ên pêketina Koronayê têne tomarkirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku piraniya welatiyan pabendî rêkarên xweparastinê nabin.”

 

S. B