Rojhilatê Kurdistanê.. Dibistan vebûn û xwendekar metirsîdar in

Li pênc parêzgehên rojhilata Kurdistanê deriyên dibistanan li pêş 1 milyon û 742 hezar xwendekar hat vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê îro sala nû ya xwendinê destpê kir. Li pênc parêzgehên rojhilata Kurdistanê deriyên dibistanan li pêş 1 milyon û 742 hezar xwendekar hat vekirin. Lê mamoste û xwendekar dibêjin, metirsiyên vîrûsa Koronayê kêm nebûne û vekirina dibistanan jî, dê rewşê xiraptir bike.

Sala xwendinê li rojhilatê Kurdistanê bi awayekî cuda destpê kir. Îsal mask wek pênûs û pirtûkan, pêwîstiyeke sereke ya xwendekaran e. Her çend e biryara vekirina deriyên dibistanan li Tehranê hatiye dayîn, lê ji ber metirsiyên Koronayê, xwendekar û mamoste nigeran û dudil in.

Îro li her pênc parêzgehên rojhilatê Kurdistanê 1 milyon û 742 xwendekar berên xwe didin navendên xwendinê, lê saleke cuda dibe. Li gor biryarên Wezareta Perwerde ya Îranê: Dema waneyan tê kêmkirin. Navbera xwendekaran tê zêdekirin. Xwendekar hest biçûktirîn nexweşî bike, bo malê şandin. Desthilat ji bo parêzgaran jî hatiye dayîn, dibistanan bigirin. Lê ligel wê jî xwendekar her nîgeran in.

Werzê nû yê xwendinê li rojhilatê Kurdistanê di demekê de destpê kiriye, heta niha nêzîkî 2 hezar û 700 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan jî 45 hezar kes nêzîk dibe.

  

 

S. B