Bi fermana Serokê Hikûmetê 500 milyon Dînar ji bo Tendirustiya Helebceyê hat terxankirin
Di daxuyaniyeke Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 500 milyon Dînar ji bo tenduristiya Helebce hate terxankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyeke Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 500 milyon Dînar ji bo tenduristiya Helebce hate terxankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat: Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di çarçoveya hewlên Hikûmetê ji bo rûbirûbûna vîrûsê Koronayê de, 500 milyon Dînar ji bo tenduristiya parêzgeha Helebce hat terxankirin, ji bo dabînkirina amêr û pêwîstiyên bijîşkî.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî: Ev yek jî beşek ji budceya hawarçûnê ya rûbirûbûna nexweşiya vîrûsa Koronayê ye ku ji bo dever û parêzgehên Herêmê hatiye terxankirin.
S. B