Xebatên lêgerînê yên Operasyona Pencik-Pilingê bi dawî bûn

Artêşa Tirkiyê xebatên lêgerînê yên operasyonên (Operasyonên Pencikê) yên li sînorê Herêma Kurdistanê bi dawî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê xabetên lêgerînê yên operasyonên xwe (Operasyonên Pencikê) yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi dawî kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Xebatên Operasyonên Pencikê yên li bakurê Iraqê dewam dikirin temam bûn”.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Di operasyona ku ji esman û bejahiyê dewam kir de, komandoyên Tirkiyê zirarekek mezin da PKKê û di operasyonan de bi tevahî 320 endamên PKKê hatin bêbandorkirin.

Diyar kir jî, komando ketin 269 sitargeh û hawingehan û 53 şikeftan û gelek çek, cebilxane û alavên jiyanê yek bi yek têk birin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir jî: Li herêmê 365 teqemeniyên desteçêkirî, 11 mayin, roketavêjên 10 RPG-7, 125 bombeyên destan, dronek, 26 çekên giran, 4 hewan, 143 çekên sivik, 27 hezar û 693 muhimatên çekan, 22 hezar û 331 muhimatên çekên giran, 8 moşekên dijetankan ên AT-4an, 244 muhimatên top/hewanê, 238 muhimatên roketavêjê, 4 kincên xweveşartinê yên ji termal kamerayê nayên dîtin, 6 bêtel û gelek alavên jiyanê hatin jinavbirin.

Artêşa Tirkiyê ji 16ê Hezîrana bûrî ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyonên serbezî kir û di encama wê operasyonê de, hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûn û gelek zevî û baxçeyên cotkaran û çiya û daristan şewitîn.

 

S. B