Hêzeke Amerîka li Bexdayê rastî êrîşekê hat

Şeva bûrî careke din li Bexdayê karwaneke serbazî ya Amerîkayê rastî êrîşekê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî careke din li Bexdayê karwaneke serbazî ya Amerîkayê rastî êrîşekê hat.

Medyaya nêzîkî Hizbulaha Libnanî wêne û vîdyoya armanckirina karwaneke hêzên Amerîka li ser riya Şule li Bexdayê belav kirin.

Medyaya Iraqê amaje bi wê da, bomebeyeke vedayî bi otombîleke hevkariyên lojistî yên hêzên Amerîkî de teqiya û di encamê de endamekî Polîsa Federalî birîndar bû.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins duhî ragihandibû, kesên êrîşî ser hêzên wan li Iraqê, kesên deryasayî ne.

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê di destpêka îsal de, baregeh û berjewendiyên Amerîka û kompanyayên bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin, rastî êrîşan tên.

Beşek ji aliyên Şîe û grûpên çekdar daxwaza derkirina hêzên Amerîka ji Iraqê dikin û di çend rojên bûrî de êrîş li ser hêz û berjewendiyên Amerîka li Iraqê zêde bûne.

 

S. B