Çekdaran 5 kes ji gundekî Til Temirê revandin
Grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 kes ji derdora Til Temirê revandin û
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 kes ji derdora Til Temirê revandin û gundên derdora Til Temirê topbaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiriye, grûpên çekdar duhî bi ser gundê Bîr Nûh yê ser bi Til Temirê de girtin û 5 kes revandin.
Li gor Rewanegehê, heta niha ti zanyarî li ser wan 5 kesên revandî nîn in.
Herwiha belav kir, grûpên çekdar bi ser malên welatiyên gundê Şirkê yê ser bi Serê Kaniyê de digirin û hemû kelûpelên welatiyan didizin.
Herwiha piştî nêzîkî 40 rojî ji bêdengiyê, grûpên çekdaran careke din gundên derdora Til Temirê û navenda navçeya Zirganê û gundên başûrê wê bi çekên giran topbaran kirin.
Li herêmên Kurdî Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatin dagîrkirin, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û welatî bi berdewamî ji aliyê çekdaran ve tên revandin.
S. B