Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Elî Sincarî dike
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya siyasetmedar, têkoşer û endamê berê yê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Elî Sincarî, serxweşiyê li malbata wî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya siyasetmedar, têkoşer û endamê berê yê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Elî Sincarî, serxweşiyê li malbata wî dike.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê navdarê gelê me û endamê berê yê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (Elî Sincarî) gihîşt me. Xwedê jêrazî Elî Sincarî bi dirêjahiya temena xwe û xebata xwe ya siyasî de li şoreşa Eylûl û Gulan û qonaxa piştî raperînê da Pêşmerge û kesayetiyeke xwedî helwest û wefadarê rêbaza Partî (PDK) û Kurdayetiyê bû. Herdem li xebat û têkoşîna siyasî û cemawerî da erkên xwe dilsozane bi cîh gihandiye û ji destdana wî ziyaneke mezin e”.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Serxweşiyê li xwe û malbata têkoşerê Elî Sincarî û tevahiya dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê”.
S. B