Li 24 gundên Bidlîsê qedexe hat ragihandin

Li 24 gundên Bidlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin û biryara encamdana operasyonê hatiye dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 24 gundên Bidlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin û biryara encamdana operasyonê hatiye dayîn.

Parêzgariya Bidlîsê da xuyakirin, li gundewarên Bidlîsê, di demên dawî de liv û tevgerên gerîlayên PKKê zêde bûne û hewl didin li hin deveran bicîh bibin.

Parêzgariyê got, bi armanca ewlekarî û aramiya navçeyê, biryara encamdana operasyonê hatiye dayîn.

Da zanîn, qedexeya derketina derve heta fermaneke nû dê berdewam bike û ji welatîyan hat xwestin pabendî biryarê bin.  

 

S. B