Li Bexdayê 3 endamên DAIŞê hatin desteserkirin
Sê endamên rêxistina DAIŞê li bajarê Bexdayê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin desterkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê endamên rêxistina DAIŞê li bajarê Bexdayê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin desterkirin.
Ajansa Îstixbarata Iraqê ragihand; îro yekşemê 6ê Îlona 2020an, 21 kesên daxwazkirî hatin desteserkirin ku ji wan 3 kes endamên rêxistina DAIŞê ne.
Hat ragihandin; desteserkiriyên DAIŞê ji ber hebûna peywendiyên wan bi wê rêxistinê ve, li gor madeya 4 a yasaya terorê hatine girtin û dê werin darizandin.
Herwiha di daxuyaniya îstixbarata Iraqê de hatiye eşkerekirin ku hêzên wan li çend deverên cuda yên bajarê Bexdayê, ew kes desteser kirine.