Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê kir
Roja yekşemê 6ê Îlona 2020an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
K24 - Hewlêr
Roja yekşemê 6ê Îlona 2020an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate gotûbêjkirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê ya di qonaxên pêş de.
Herwiha tekezî jî li ser hemahengî û karê hevbeş ê aliyan ê ji bo çareserkirina qeyranan kirin.
Danûstandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.