Dezgeha Rewşenbîrî ya PDKê bersiva PKKê dide
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser daxuyanî û tohmetên PKKê ragihand: “Hûn bi çi rûyî daxwaza bersivê ji PDKê dikin?"
K24 – Hewlêr
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser daxuyanî û tohmetên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand: “Hûn bi çi rûyî daxwaza bersivê ji PDKê dikin? Bêguman em bê bersiv namînin û rûyê rastiyan derdixin holê.”
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bi daxuyaniyekê ragihand: “Bû demek, hevserokên KCKê Murat Karayilan û Duran Kalkan dest bi tohmetbarkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê kirine û dixwazin PDK bersiva wan bide. Em li vir dibêjin; bi wê siyaseta we ya çewt, hûn alîkariya zeq û diyar a wan aliyan dikin ku dixwazin destkeftan ji nav bibin.”
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Piraniya partiyên Kurd ji metirsiyan fêm dikin û hewl didin rêya çareserî û piştevaniyê pêk bînin û rêyekê bibînin, da ku zirarê nedin xwe û zirarê nedin netewe û nîştimanê jî, hegbeya rûbirûbûnê tijî be. Loma ligel rûdan û geşedanan bi rasteqînî temaşe dikin, ne weke PKKê ku ji ber siyaseta wê ya şaş û xelet, heta niha jî xelkê Kurdistanê nizane çi dixwaze û çima keç û xortên Kurdan dide kuştin û bi awayekî berdewam berevajî pêlê soberî dikin?”
Herwiha hatiye destnîşankirin: “Ne niha ye ku ragihadinên PKKê şer bi PDKê difiroşin û xwe bi belavkirina tohmetan girê dide, lê kar gihişte bo destdirêjkirina ser dîrok û serweriyên partiya me û rûmet û destkeftên gelê Kurdistanê ji aliyê serkirdetî û hevserokên PKKê. Bêguman em bê bersiv namînin û rûyê rastiyan derdixin holê û ji we re dibêjin: we li xwe nihêriye ku hûn ji ku hatin û niha li ku ne û hûn ji bo çi çêbûn û niha bi çi ve mijûl in? We li xwe nihêriye ku hûn çawa bûne peyayên ber leşker û destê vî û wî radikişin ji bo têkbirin û astengkirina siberoj û destkeftên wan beşên Kurdistanê ku bi deryayeke xwîn û xebatê bi dest xistine? Çi wext xelkê Herêmê, di berê û niha de ji we daxwaz kiriye, an pêşbîniya wan li ser we hebûye ku hûn werin ji bo piştevaniya wan?”
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê diyar dike: “Duh û pêr bû li devera Sîdekan we ji Pêşmergeyê wêrek û çavnetirs ê Kurdistanê re digot nabe hûn werin vê derê, li cem we asayî ye ku sarbazên Tirk werin, lê nabe pêşmergeyên Kurdistanê werin wê axa ku ew bi xwe xwediyê wê ye, ev e welatparêziya PKKê!..”
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Hûn gef û zextên xwe bi daxuyaniyan gelek giring dibînin, çimkî we tesewirek ji bo xwe çêkiriye (tesewireke ji rastiyê dûr û bêyî ti bingeheke mentiqî) ku nasnameya kurdîtî û nîştimanperwerî di berîka we de ye!”
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Kurdên vê herêmê, di destpêka damezrandina dewleta Iraqê de, du salan li ber xwe da û Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Mûsil nebûn beşek ji wê dewletê û piştre bi darê zorê û bêyî îradeya xelkê Kurdistanê, ev beşa Kurdistanê bi Iraq ve hat girêdan, mercê parastina Kurdan têde hat neçarîkirin. Di sala 1930yî de ku biryar bû Iraq serxwebûnê werbigre, ew merc hat danîn ku mafên Kurdan parastî bin. Di sala 1958an de rejîma padîşahî hat guhertin û bû sîstema komarî, di destûra wê demê ya Iraqê de hat çespandin ku Ereb û Kurd di vî welatî de hevpar in. Herwiha di sala 1970yan de di rêkeftina 11ê Adarê de otonomiya Kurdistanê hat qebûlkirin. Di sala 1992an de Parlementoya Kurdistanê biryara federaliyê derxist û di sala 2003an de ku rejîma Be'sê hilweşiya, di destûra nû ya Iraqê de mafên Kurdan li Iraqê hat tomarkirin. Ev hemû berhema xwîn û qurbanî û berxwedan û şoreşan û canfîdabûna Şêx Ebduselamê Barzanî û Şêx Mehmûdê Qralê Kurdistanê û şoreşên Barzan û şoreşa mezin a Îlon û Gulanê bûn, di wê demê de bû ku wê çaxê PKK hê ji dayîk nebûbû an jî gelek biçûk bû, hûn li ser dîroka neteweya me çi dizanin?”
Dezgeha Rewşenbîrî ya PDKê diyar dike: “Pênaseya nîştimanperweriyê ji me re nekin! Nîştimanperwer ew bûn ku bi xenceran êrîşî tanq û dijminan dikirin. Ew bûn ku lingên xwe li eniyên berevaniyê girê didan û heta şehîd bibin şer dikirin.”
Herwiha tê gotin: “Hûn daxwaza bersivê dikin! Em bersiva çi bidin we ku hûn bûne sedema serêşî ji bo hemû Kurdistanê, li her beşeke Kurdistanê asoyek peyda bibe, hûn xwe hildiqûrtînin û hewla têkbirinê didin!”
Di dawiyê de jî eşkere dike: “Hûn dixwazin hincetan ji bo têkçûnên xwe yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk bibînin. Wijdan ji aliyê serkirdetiya PKKê bar kiriye û hindik maye hûn xwe bikin wanebêjên exlaqê! Werin em ji we re bibêjin bêexlaqî çi ye: çêkirina kêşe û hewldana jinavbirina dehan salên têkoşîna Herêma Kurdistanê bêexlaqî ye. Bêexlaqî ew ku we mal û milkên xelkê dagir kirine û bi sedan gund wêran kirine. Bêexlaqî ew e ku bibêjin bila Tirk werin, lê nabe Pêşmerge werin vê deverê! Xapandina zarokên kur û keç ên vî welatî û kuştina wan ji bo parastina sînorê dewletan, bêexlaqî ye… Hûn dibêjin em çek danaynin, ma hûn ji me re nabêjin li herêmeke azadkirî çekên we ji bo çi ye û ligel kê şer dikin?