Parlementoya Ewropayê li dijî Tirkiyê dicive
Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser reftarên Tirkiyê yên li rojavayê Deryaya Spî dicive û sepandina cezayên aborî dê mijareke gotûbêjan bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser reftarên Tirkiyê yên li rojavayê Deryaya Spî dicive û sepandina cezayên aborî dê mijareke gotûbêjan bibe.
Parlementerekî Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Parlementoya Ewropayê çavdêriya rewşa herêmê dike û biryar e, bi beşdarî û amadebûna nûnerên hemû welatan di çend rojên bê de bicive, bi mebesta gihiştina biryarekê li hember reftarên Tirkiyê yên li Deryaya Spî.
Herwiha parlementerê Ewropî di wê baweriyê de ye ku ji bilî protestokirina reftarên Tirkiyê, dibe ku mijara sepandina cezayên aborî jî bi ser Tirkiyê de were gotûbêjkirin.
Çend rojên berê jî Yekîtiya Ewropayê hişyarî dabû ku eger Tirkiye kêşe û milmilaniyên li Deryaya Spî bi aştiyane ligel Yewnanistanê çareser neke, dê ceza bi ser wê de werin sepandin.
Î.A