Parlementoya Iraqê daxwaz dike zeviyên Kurdan ên li Kerkûkê neyên dagirkirin

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê ragihand; bi nivîseke fermî daxwaz kir ku hemû mamelekirinên bi zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê werin sekinandin.

K24 - Hewlêr

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê ragihand; bi nivîseke fermî daxwaz kir ku hemû mamelekirinên bi zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê werin sekinandin. Ew nivîsa fermî bo Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hatiye şandin û got: “Li Encûmena Wezîran ji bo vê mebestê lijneyek hat pêkanîn.”

Dagirkirin û kirîn û firotina zeviyên çandiniyê yên welatiyên Kurd li gundên Kurdistanî yên li sînorê Kerkûk û Diyale û Selahedîn berdewam in. Cotkarên Kurd jî bi hemû şêwe rûbirûyî Erebên hawirde dibin, piştî rûdanên 16ê Cotmehê jî ev diyarde gelek zêde bûye.

Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê diyar kir: “Bi nivîsa fermî daxwaza sekinandina mamele û kirîn û firotinên zeviyên çandiniyê hatiye kirin. Li Encûmena Wezîran jî ji bo çareserkirina vê kêşeyê lijneyek jî hat pêkanîn.”

Mihyedîn Husên, Endamê Lijneya Deverên Kurdistanî eşkere kir: “Yekane çareserî ji bo kêşeya zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê, betalkirina biryara berê ya rejîma Sedam û cîbicîkirina madeya 140 e.”

Piştî 16ê Cotmehê, tevî têkçûna rewşa ewlehiyê û berfirehbûna çalakiyên DAIŞê, erebkirin, dagirkirin û şewitandina zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd zêde bûye û hikûmeta Iraqê jî li hember van rûdanan bêdeng e.

Kurd yekane çareserî ji bo vê rewşê, cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û vegera Pêşmerge dibînin. Lê hikûmeta Iraqê naxwaze ev kêşe çareser bibe.

Î.A

Fly Erbil Advertisment