Sê projeyên stratejîk li Germiyanê têne bicîkirin

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, dest bi 10 projeyên stratejîk bike. Ji wan 3 proje dikevin sînorê îdareya Germiyanê.

K24 – Hewlêr

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, dest bi 10 projeyên stratejîk bike. Ji wan 3 proje dikevin sînorê îdareya Germiyanê.

Projeyên li îdareya Germiyanê, ji sayloyekê ku karên wê temam bûne û du projeyên rêya Kelar – Kifrî û rêya Kelar – Derbendîxanê pêk tên.

Projeya durêkirina rêya Kelar – Derbendîxan û rêya Kelar – Kifrî projeyên stratejîk in, ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ev proje berdewam bin.

Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê bi mebetsa bilezkirina karên rêya Kelar – Derbendîxan serdana cihê xebatê kir.