3 mûşek li firokxaneya Bexdayê ketin
Firokxaneya Bexdayê ya Navdewletî bi 3ê mûşekan hat armanckirin û di encamê de ziyanên madî bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokxaneya Bexdayê ya Navdewletî bi 3ê mûşekan hat armanckirin û di encamê de ziyanên madî bûn.
Li gor zanyariyên ajansa “Reuters” belav kir, mûşekek li geraca firokxaneyê ket û ziyan gihîşt 4 otombîlên welatiyan.
Di heyama hefteya bûrî de, 3 caran êrîşên wiha li ser firokxaneya Bexdayê û dezgehên hikûmî hatin kirin, lê ti ziyanên canî çê nebûbûn.
Pêr jî li Bexdayê bomebeyeke vedayî bi otombîleke hevkariyên lojistî yên hêzên Amerîkî de teqiyabû û di encamê de endamekî Polîsa Federalî birîndar bûbû.
Washington van êrîşan dixe stûyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve. Tehran jî wan tometan red dike.
S. B