Qeyumên Farqîn û Giyadînê ji kar hatin dûrxistin
Qeyumên Farqîn û Giyadînê yên li şûna şaredarên HDPê hatibûn danîn, ji kar hatin dûrxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeyumên Farqîn û Giyadînê yên li şûna şaredarên HDPê hatibûn danîn, ji kar hatin dûrxistin.
Qeymeqamê Farqînê ku şûna Şaredara HDPê Naşîde Toprak wek qeyum hatibû erkdarkirin, di çarçoveya lêpirsînekê de ji kar hate dûrxistin. Şûna wî qeymeqamekî din wek qeyum hate danîn.
Qeymeqamê Giyadîna Agiriye ku şûna şaredara HDPê Betul Yaşar wek qeyum hatibû danîn, bi tometa endamtîya Cemaeta Gulen, bi fermana Wezareta Navxwe ji kar hat dûrxistin.
HDPê di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'ê de, 65 şaredarî bidest xistibûn. Bi kardûrxistin û danîna qeyuman, tenê 10 şaredarî di destê HDPê de mane.
S. B