Li Fransayê beşek ji pirtûkeke qonaxa Amadehiyê taybet bi Kurd e

Li Fransayê di sala xwendinê ya 2020 – 2021an de, dîroka Kurd, Kurdistan û Pêşmerge îsal derbasî nava pirtûka Dîrok û Ciyografa yên pola 12 amadehiyê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Fransayê di sala xwendinê ya 2020 – 2021an de, dîroka Kurd, Kurdistan û Pêşmerge îsal derbasî nava pirtûka Dîrok û Ciyografa yên pola 12 amadehiyê bûn.

Di rûpeleke wê pirtûkan de, waneyek bi navnîşana “Kurd: Gelekî Bê Welat” hatiye, tê de tê gotin: Kurd li cîhanê 40 milyon kes in û têkoşînê ji bo destxistina serxwebûnê dikin. Lê welatên ku Kurd lê dijîn, dijayetiya wan dikin.

Di beşeke din de, xişteyek bi navnîşana “Sedsal Ji Xebatê” heye, ji sala 1920an destpê dike û bi rêzbendî behsa bûyerên dîrokî yên bi serê Kurd de hatine dike, heta digihe referanduma serxwebûnê û dibêje: “Belê, di referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê de bi ser ket”. 

Pênaseya Pêşmerge, babeteke din a wê beşê pirtûkê ye, tê de peyva Pêşmerge bi vî awayî bo zimanê Fransî ji xwendekaran re hatiye wergerandin: “Pêşmerge: Kesên rûbirûyî mirinê dibin e”.

Ji bilî wê jî, tê de behsa Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) hatiye kirin û wiha hatiye: “Îro hejmara wan di navbera 7 ta 24 hezar şervan in”

Di wê derbarê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re got: Di beşa Rojhilatê Navîn de gelek ronahî li ser Kurd hatiye xistin. Eger heye jî pirs di ezmûnên dawiyê salê de bên.

Pêwendiyên bihêz ên Fransa û Herêma Kurdistanê hene. Wî welatê Ewropî bi gelek awayan hevkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine. Di dema şerê DAIŞê de jî, Serokê Fransayê yê wê demê François Hollande wek yekem serok sardana Herêma Kurdistanê kir.   

 

S. B