Mesrûr Barzanî: Di pêşkêşkirina xizmetguzariyan û projeyên stratejîk de berdewam dibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 100 textî li komelgeha Hîtûtê li qezaya Amêdiyê danî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 100 textî li komelgeha Hîtûtê li qezaya Amêdiyê danî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema danîna kevirê bingehîn ê nexweşxaneyê di gotarekê de ragihand, tevî qeyranan, di pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re û encamdana projeyên stratejî de berdewam dibin.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Di karnameya hikûmetê de, me gelek girîngî daye ku fermangehên hikûmî û xizmetguzarî bigihin hemû deverên Kurdistanê, ji bo welatî neçar nebin ji bo nexweşî yan karekî din sardana navendên parêzgehan bikin. Ji ber wê me biryar da vê nexweşxaneyê ji vê deverê re dirust bikin. Ji ber ku ev devereke fireh e xelkekî têkoşer, xebatkar û qehreman tê de ye. Ji ber wê pêwîst e xizmeteke baş ji wan re bê kirin. Tiştê ji me bê jî, tê de kêmxemiyê nakin, ne tenê ji bo vê navçeyê, belkû ji bo hemû navçe û deverên dûr jî”.
Serokwezîr got jî: “Mixabin piştî destbikarbûna kabîneya nehem, tûşî çend qeyranan bûn. Bi taybet jî nexweşiya Koronayê û piştre jî qeyrana darayî ku tûşî gelek navçeyên din ên cîhanê bû jî. Lê ew me ranawestînin, reng e em nikaribin ji ber wan qeyranan zû bi cih bikin û zêdetir mijûlî rûbirûbûna Koronayê bin, lê ew ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo hemû deveran, me ranawestînin.
Di beşeke din de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Bila xelkê vê deverê bizane ku hûn ezîz û qedirgiran in. Dizanin we çendîn qurbanî û şehîd û xwîn dane û ev welat li ser destê we hatiye azadkirin û avedankirin. Hûn xwediyê vê xakê ne û bila ti kesekî din xwe li vê xaka neke xwedî. Rêbaz, serwerî û xwîna şehîdên we xwediyê vê deverê ne.
Herwiha got: “Ew kesên dixwazin û bûne sedem ku ev dever neyê avedankirin û tên daxwazê ji we dikin ku gazinde li hikûmetê û dezgehên îdarî bikin ku destê avedankirinê negihîştiye deverê, bila hemû xelkê Badînanê ji wan bipirse, sedem çi ye? Ew kesên bûne rêgir li pêş avedankirina 800 gund, divê dawî li wê yekê bînin ku xelkê han bidin. Kesê xema yekgirtina welat nebe û bixwaze bi axaftinê xelkê gur bike, bi me xweş e hûn bi xwe bersivê bidinê. Axaftinên sivik û erzan gelek in, lê axaftinên bi kirdar kêm in. Reng e em gelekî naaxivin, lê tiştê em bibêjin, bi cih dikin. Hez dikim bizanin, baştirîn kes ku xizmeta we bike, kesê ku tovê duberekiyê di navbera we de neçîne ye. Kesê daxwaza duberekiyê, ne itîfaqiyê û nexweşiyê di navbera we de bike, bawer bikin, ti hêvî nîn in ku rojekê xizmeta we bike.
Got jî: “Hikûmeta Herêmê, hikûmeta we ye û di xizmeta we de dibe. Berî her kesî min got, ez û hemû wezîr û hemû fermanberên hikûmetê xizmetkarê we ne”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji destpêkê ve me hewl da kontrola nexweşiya Koronayê bikin û pêngavên baş jî me girtin ber, lê mixabin ew babet hat siyasetkirin û li dijî hikûmetê bikar hat û hinan cemawerê Kurdistanê han da ku guh nedin hikûmetê. Di encamê de jê heger binêrin, kê baca wan axaftinan daye? Bê gûman we bi xwe baca van axaftinan da û kesûkarên we nexweş dibin û mixabin hinan jî canê xwe ji dest dane. Daxwaza min ji we ew e, hûn xwe bixwe biparêzin. Niha ev vîrûs belav bûye û take rêgirtin û kontrolkirina vê vîrûsê ew e, hûn xwe bi xwe biparêzin. Serdanan kêm bikin û kesên bi temen li ber çav bigirin ne ku tûşî nexweşiyê bikin. Kesûkar û ezîzên xwe li ber çav bigirin û xwe û welatiyên din biparêzin.”
S. B